17 Mayıs, Cumartesi
Yeni Demokrasi Gazetesi
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Görüntüle
  • Anasayfa
  • Güncel
  • Emek
  • Ekonomi
  • Dünya
  • Kadın
  • Gençlik
  • Çevre
  • Kültür Sanat
  • Yazılar
    • ANALİZ
    • ANI – ANLATI
    • BİLİM
    • ÇEVİRİ
    • İZLENİM
    • KADIN
    • KOLEKTİF DOĞRULTU
    • MAKALE
    • MEŞA AZADÎ
    • POLİTİK – GÜNDEM
    • TARİHSEL BELLEK
  • Tüm Haberler
Yeni Demokrasi Gazetesi
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Görüntüle

Anasayfa » Demokrasî Di Çembera Neteweyê De

Demokrasî Di Çembera Neteweyê De

16 Mayıs 2025
içinde Yazılar
Facebook'ta PaylaşX'te PaylaşWhatsappTelegram
Google Haberler Google Haberler Google Haberler
ADVERTISEMENT
Piştî nirxandina giştî ya ku me li ser têgeha neteweya demokratîk kir, di vê nivîsê de em ê bi taybetî ji nêrînên nivîskarê Rojnameya Yenî Yaşamê Alî Adali dest pê bikin û polemîkekê pêk bînin. Adali di çareseriya pirsgirêkên neteweyî de bi nêrîna “neteweya demokratîk” bawer dike ku sîstemeke bê pevçûn, “ku her kes jê razî be” hatiye pêşxistin û mijarê rave dike. Em ê jî naveroka neobjektîf a van raveyên bêfêde derxînin holê û nêrînên xwe yên li ser mijarê nîqaş bikin.

Siyaseta aborî ya kapîtalîzmê ku bi krîza zêde-hilberînê tê nîşankirin, asta hilberînê bi awayekî ku qet berê nebûye bilind bûye û îro zêde-hilberîn bi comerdîyek zibilê mezin cîhanê li her derê pîs kiriye. Ne mimkun e ku meriv bêxemî û hêrsa girseyî ya cidî ya li hember encamên vê zêdegaviyê nebîne. Li her welatî, tevger û herikînên siyasî yên ku vê bêxemî û hêrsê temsîl dikin, balê dikişînin. Têgihîştina neteweya demokratîk yek ji cureyên vê yekê ye. Nêzîkatiya ku dîroka têkoşîna çînî şaş şîrove dike, ji hemû mirovatiyê re pêşniyar dike ku bi têgihîştineke “nû” ya neteweyî tevbigerin.

Kesên ku bi nêrîna neteweya demokratîk derdikevin pêş, bawer dikin ku şîroveya neteweyî ya naskirî xelet e û bi pênaseya neteweyî ya nû pêvajoyeke civakî ya tenduristtir dikare were jiyîn. Ew di wê baweriyê de ne ku têgihîştina dewlet-neteweyê ya naskirî li dijî pêşveçûna dîrokî ya rast e, ji ber vê yekê ji hêla dîrokî ve dij-şoreşek e. Alî Adali di nivîseke xwe ya li ser vê mijarê de wisa dibêje: “Neteweya Demokratîk, bi vegerandina wateya rast a dîrok û çandê, hewl dide xwe ava bike. Dîrok û çandên ku hatine tehrîfkirin û qirkirin, di neteweparêziya demokratîk de mîna ku Renesansekê bijîn. Bi rastî jî, Renesansa ku li Ewropayê di derketina ji Serdema Navîn de hate jiyîn, tê wateya vejîn an jidayikbûna dîrok û çanda Yewnanî û Romayî.” Rast e ku Renesans pêvajoyeke ronakbîriyê bû û wekî serdemek ku rê li ber pêşveçûna zanistî ya “qutbûyî” vekir, hate jiyîn. Lê belê Adali bi neaxaftina li ser serdema ku Renesans li hemberê derketiye û serdema nû ya ku “redkirina” vê serdemê dihewîne, dixe xeletiyê. Ev pêvajo ne tenê pêvajoyeke “hizirî” ye. “Vejîna dîrok û çanda Yewnanî û Romayî” ne tenê karê mirovên fikirî ye. Çandên pêşverû yên Yewnanî, Romayî an yên mirovatiyê bi giştî di destê desthilatên paşverû de hatine şekilandin û hema hema hemû hêmanên pêşverû bi awayekî mezin hatine tepisandin.

Pêvajoya Serdema Navîn bi xerabûna têkiliyên hilberîna feodal tê nîşankirin. Hêza navendên desthilatê yên behskirî jî ji xerabûn û gemariya têkiliyên civakî xwarinê digire. Heman “pirsgirêk” îro jî tê jiyîn. Sîstema kapîtalîzmê ya riziyayî li her derê cîhanê her gav û fikreke demokratîk bi tundî ditepisîne; çi qas fikir û tevgerên paşverû yên “mîna Serdema Navîn” hebin, bi rengekî têne piştgirîkirin û li dijî çalakiya şoreşger-demokratîk a gelan têne derxistin.

Îro, ger mirov paşverûtiya tund a ku di êrîşên li ser Tevgera Rizgariya Filistînê de xuya dike an jî DAIŞ’ê, ku eşkere ye ji bo Rojhilata Navîn hatiye sêwirandin, lêkolîn bike, ev yek têra têgihîştina vê yekê dike. Di nav xerabûna sîstema feodal de, diyardeya “dîrok û çandên tehrîfkirî û qirkirî” ya ku Alî Adalibehs dike, neçarî ye û ji armanca kesekê zêdetir, parçeyek ji vê pêşveçûna dîrokî ye. Ev “tehrîfkirin û qirkirin” tenê bi sîstemeke nû ya pêşverû dikarîbû were derbaskirin, an jî her ku di nav feodalîzma riziyayî de şêwaza hilberîna kapîtalîst pêş ket û têkiliyên civakî li gorî vê şêwaza hilberînê ya nû û pêşketî hatin avakirin, rê li ber pêşveçûna dîrokî ya “tehrîfkirî û qirkirî” vebû. Tiştê ku Alî Adali paşguh dike tam jî ev şêwaza hilberîna nû ye. Kapîtalîzm, bingehê vê “vejînê” ye û tenê bi saya vê şêwaza hilberîna nû pêk hat. Alî Adali bi şîroveyeke wisa xeletiya xwe didomîne: (Çand -bn) “Rewşa giyanî û hişmendî ya civakê bi rengekî nîşan didin. Dema ku netew bi destê dewletê an dewlet-neteweyê têne avakirin, cîhana çandê rastî tehrîfkirin û qirkirineke mezin tê.” Adali, bêyî ku bibîne ku netewe kategoriyeke civakî ya nû ye ku berhema kapîtalîzmê ye, dest bi axaftina li ser tehrîfkirin û qirkirinê dike. Lê belê Renesans bixwe bi pêşketina kapîtalîzmê ve girêdayî ye û neteweperestî ûdewlet-neteweyê jî berhemên vê pêşketinê ne. Berî îdiaya “avakirina netewan bi destê dewletê”, divê mirov li kapîtalîzmê binêre, ka ew çi ye û ji civakan çi dixwaze, lê Adali bêyî ku hewceyî vê yekê bibîne, “aqilê dewletê” dide pêş. Lê ev aqil tam jî “aqilê nû” ye ku ji şertên civakî tê hilberandin û bê guman li dijî xerabûna feodalîzmê pêşverû ye. Ew aqilê ku rê li ber Renesansê vekir û wê pêk anî, di dawiyê de aqilê ku kapîtalîzmê hilberandiye.

“Modernîteya Kapîtalîst, kevneşopiyê bi hemû rastiya wê qebûl nake. Ew tiştên ku jê re bi kêr tê hildibijêre, li gorî berjewendiyên xwe diguherîne û digire. Tiştê ku wekî dîroka çandî bi mohra xwe li ber civak û kesan datîne, tiştekî bi temamî cuda ye; di navê dîrokê de bêdîrokî, di navê çandê de bêçandî ye. Bi gotineke din, hemû dîrok û çanda mirovatiyê bi çavêberjewendî û teşwîqên kapîtalîzmê hildibijêre û mîna ku tabloyeke nû xêz bike, li ber me vedike.”

Ger Adali vê nirxandinê bi paşverûtiya tund a di şertên feodalîzmê de bi hev re bigirta û aktorên pêvajoya tasfiyekirina feodalîzmê ya ku şertên Renesansê afirandine û şêwaza hilberînê ya ku ew lê disekinin binirxanda, wê hemû îdiayên wî xwedî bersiveke berbiçav bûna. Lê belê ew vê serdema dîrokî tenê wekî “qada fikran” şîrove dike. “Qebûlkirina kevneşopiyê bi hemû rastiya wê” dibe ku helwesta çînekî îstîsmar be? Bê guman na! Mijar li vir ew e ku çînek, tam wekî ku tê gotin, “li gorî berjewendiyên xwe” tevdigere, serweriyê saz dike û bi vî awayî tevdigere: Li dijî feodalîzmê şoreşger, li dijî proleteryayê dij-şoreşger e; rastiyê li gorî berjewendiyên xwe qebûl dike an red dike.

Rexneya li ser damezrînerên sosyalîzma zanistî ku “xeletiya wan a herî mezin ew bû ku di nîvê sedsala 19-an de, dawî li Almanyayê û Îtalyayê, li dijî van dij-şoreşên dewlet-neteweyê derneketin, lê piştgirî dan wan. Ev xeletî, heta îro, piştî ya burjuwaziyê, ji bo Şoreş û Tevgerên Neteweya Demokratîk ên gelan derbeyeke herî mezin bû,” rexneyeke bi temamî xelet e ku ji nêrîneke sade û rûkal tê.

Di nivîsa xwe ya berê de, me rave kiribû ka ji ber çi û heta kuderê tevgerên neteweyî yên burjuwa yên ku Adali li vir wekî “Şoreş û Tevgerên Neteweya Demokratîk” binav dike, wekî pêşverû hatine dîtin. Adali bi têgeha “neteweya demokratîk” veguhertina van tevgerên neteweyî yên di nav demê de nîqaş nake. Lê belê tevgerên “neteweya demokratîk” ên ku burjuwaziyê, bi karanîna hemû feydeyên serdema ronakbîriyê li gorî berjewendiyên xwe, rê daye wan, di nav demê de bûne hêza motorê ya “dewlet-neteweyan”. Her “dewlet-neteweyek” ku ji aliyê Adali ve wekî “dij-şoreş” tê îlankirin, ji tevgerên neteweya demokratîk ên ku ber bi dîktatoriya kapîtalîzmê, ya burjuwaziyê û hevkarên wê ve diçin, derketiye. Pêvajoya ku Marks û Engels bi şîroveyeke dîrokî ya rast analîz kirine, bi kurtî ev e. Niha pirsgirêk ew e ku meriv çawa li dijî vê sîstemê derkeve, ya ku dij-şoreşger bûye, wekî dîktatoriya burjuwaziyê saz bûye, ne ji destpêkê, lê bi emperyalîzmê re faşîzm hilberandiye. Adali bi “neteweya demokratîk” bersivê dide vê yekê. Lê em dibêjin ku ev bersiveke kevn û nemeşrû ye ku “di demekê de di dîrokê de maye”. Kirina neteweyêwekî naveke şoreşger a têkoşînên îro, axaftina li ser sîstemeke civakî ya “nû” ya ku li ser kapîtalîzmê ye, ye. Ev jî ne mimkun e.

Emperyalîzm xala herî pêşketî ye ku kapîtalîzm, yanî netewe jî, dikare bigihîje. Niha dema sosyalîzmê ye. Çand û dîroka pêşverû ya gelan a ku Adali behs dike, ne bi têgihîştineke mîna neteweya demokratîk ku bi rastî hevkarîya çînan dihewîne û bi vî awayî mafê serweriyê dide burjuwaziyên neteweyên serdest, lê wekî tevgerên şoreşger ên proleter ên ku ber bi sosyalîzmê ve diçin, xwe diyar kiriye. Rizgariya hemû neteweyên bindest jî ji vê rêyê derbas dibe.

Tags: ali adalıyeni yaşam gazetesi
ShareTweetSendShareScanSend
Önceki Yazı

FEK: Nakba bitecek, Filistin Özgürleşecek!

Sonraki Yazı

Altındağ Belediye Başkanı belediye işçisini darp etti

Related Posts

Yazılar

Ulus Çemberinde Demokrasi

16 Mayıs 2025
POLİTİK - GÜNDEM

Faşizmin Saldırılarına Karşı Direniş Hattını Örelim!

14 Mayıs 2025
Güncel

1 Mayıs: Tartışmalar, Kitlelerin Eğilimi ve Taksim

12 Mayıs 2025
Dünya

Keşmir Gerilimi: Yeni Bir Savaş Kapıda mı?

10 Mayıs 2025
BİLİM

Durmadan Büyüyen Enerji İhtiyacı ve Üretim Ekonomisi

4 Mayıs 2025
Yazılar

Dili İşgalden Azad: Hicret Değil Tehcir

3 Mayıs 2025
Sonraki Yazı

Altındağ Belediye Başkanı belediye işçisini darp etti

Hakkımızda

Yeni Demokrasi’de yer alan yazı, fotoğraf ve haberler kaynak gösterilmek şartıyla kullanılabilir.
Yeni Demokrasi; işçi sınıfı ve emekçilerin, ezilen ulus ve milliyetlerin, geleceksiz bırakılan gençliğin, devrimci tutsakların ve devrimci basının sesidir.

İletişim ve haber göndermek için e-posta adresimiz: [email protected]

2024 Yeni Demokrasi – Yeni Demokrasi’de yer alan yazı, fotoğraf ve haberler kaynak gösterilmek şartıyla kullanılabilir.
Yeni Demokrasi | işçi sınıfı ve emekçilerin, ezilen ulus ve milliyetlerin, geleceksiz bırakılan gençliğin, devrimci tutsakların ve devrimci basının sesidir.

İletişim ve haber göndermek için e-posta adresimiz: [email protected]

  • Anasayfa
  • Güncel
  • Emek
  • Ekonomi
  • Dünya
  • Kadın
  • Gençlik
  • Çevre
  • Kültür Sanat
  • Yazılar
  • Tüm Haberler

Sonuç yok
Tüm Sonuçları Görüntüle
  • Anasayfa
  • Güncel
  • Emek
  • Ekonomi
  • Dünya
  • Kadın
  • Gençlik
  • Çevre
  • Kültür Sanat
  • Yazılar
    • ANALİZ
    • ANI – ANLATI
    • BİLİM
    • ÇEVİRİ
    • İZLENİM
    • KADIN
    • KOLEKTİF DOĞRULTU
    • MAKALE
    • MEŞA AZADÎ
    • POLİTİK – GÜNDEM
    • TARİHSEL BELLEK
  • Tüm Haberler

Copyleft 2020, dizayn yeni demokrasi
İletişim ve haber göndermek için e-posta adresimiz:[email protected]